Ji bilî PYD hêza herî xurt li meydanê tevgera ciwanan e, bi taybetî TCK (Tevgera Ciwanên Kurd), hêza vê tevgerê li kolanan ya PYD jî derbas dike.
Lê belê hêza çekdar ya herî xurt li Kurdistana Sûriyê PYD ye.
Kontrolkirina riyan, seytere, mehkeme, zindan, belavkirina nan, mazot û hema bêjin her tişt ketiye destê PYD.
Li hinek cihan hêzên dewletê hebin jî, ew ji cihên xwe dernakevin û hukumdarî di destê PYD de hatiye berdan.
Agahiyên ji herêmê tên diyar dikin ku Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî ketiye bin bandora PYD û tenê şeklê wê heye, di pratîkê de diyar nabe.
Her wiha li gelek deverên Kurdistana Sûriyê, nakokî û dubendiyên giran di nava xelkê de çêdibin, hema hema her kes çekdar bû ye, kirîn û firotina çekan pir rihet bû ye, milet hev dikuje û tu hêzeke cidî tune ye ku bikeve nava milet û hêminiya civakî çêbike.
AVESTA KURD