Serrûpel Nûçe PKK’ê parlementerê CHP’ê Aygun berda

PKK’ê parlementerê CHP’ê Aygun berda

Belav bike
 Aygun der barê mayîna xwe ya li cem PKK’ê, ji CNN’ê re axivî. Aygun got “Ji min daxwaz kirin ku zêde kedê bikim ji bo bi dawî hatina pevçûnan. Yekser negotin, lê gotin min siyaseteke serbxwe dê pirtir li te bê. Min jî got; dê biryareke bi zora çek nerast be.” Her weha Aygun di berdewamiya axivitina xwe de got “Gotin ku wan ev rê hilbijartiye ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û rawestandine xwînê ye.” Aygun got jî ku “Li çiyayên Dêrsimê li devereke bi daran girtî û av diherikîn 2 rojan girtî mam.” Her weha Aygun got ku “Ji bo ewlekariya min tiştek tune bû, ev peyamek siyasî bû.”

 

Avestakurd