Li gor MHHK’ê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, waliyê Duhokê Temer Remezan û waliyê Silêmaniyê Behroz Mihemed ji bo pêkanîna projeyan, çareserkirina pirsên heyîn, zêdetir xizmetkrina welatiyên Herêma Kurdistanê civiya. Di hevdîtinê de Wezîrê Aborî Bayîz Talebanî û Serokê Dîwaana Civata Wezîran Nêçîrvan Ehemed amade bûn. Di civînê de pirsa çareserkirina milk û zeviyan, hêsankirina karûbar û miamileyên welatiyan di zû çareserkirina wan de, projeyên xizmetgozarî hate gotûbêj kirin. Her weha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de daxwaz ji waliyan kir ku zêdetir xizmeta welatiyan bikin û pirsên wan çarser bikin.
Avestakurd