Serrûpel Nûçe Goran êrîşî siyaseta neteweyî dike

Goran êrîşî siyaseta neteweyî dike

Belav bike
 Hewramî daxuyaniyên Goran weke êrîş li dijî siyaseta Neteweyî ya Herêma Kurdistanê bi nav kir û diyar kir ku mebesta van êrîşan ew e ku çend armancên siyasî bi dest bixin. Li gor MHHK’ê, bersiva Hewramî ji Tevgera Goran re:

“Çend roje ragehandina tevgera Goranê, ji bona bidestxistina çend armancên siyasî, êrîşeke şêlûkirina rastiyan li dijî siyaseta netewîya herêma Kurdistanê a di warê neftê de, dijî şexsê min û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, dest pê kiriye. 
Li jêr navê rexnegirtin û miqaysekirin di navbera çend daxuyaniyên me de ku, aramnc jê bi tenê şêlûkirin û nehêlana bweriyê bi siyaseta neftê a herêma Kurdistanê ye, ew siyaseta ku bûye sedemê dirustkirina garantiya navdewletî bo paşeroja Kurdistanê, diyarkirina herêma Kurdistanê weke navekê diyar li ser nexşeyê enerjiya cihanî, dabînkirina sotemeniyê, kareba û avê bo herêma Kurdistanê û bajarê Kerkûka xweştivî û vê siyaseta herêma Kurdistanê wisa kiriye ku, çembera Bexdayê a li ser herêma Kurdistanê di warê sotemeniyê de tesîr nekiriye. Lê mixabin, ragehandina partiya Goran, li şûna ku piştevaniyê û destxweşiyê li wê siyasetê a ku, di bin wan xiztan de ew xizmetgozarî ji xelkê herêma Kurdistanê re dabînkirine û li şûna ku, çembera hikûmeta Îraqê a li ser herêma Kurdistanê danaye rexne bike, bi tenê êrîşî hikûmeta herêma Kurdistanê dike û wezareta samanên xwezayî ji xwe re kiriye hedef. 

Ji bo haydarkirina xelkê Kurdistanê û bersivdana direwên Goranê, min bi pêdvî zanî çend niqteyan zalal bikîn: 

Preyê tê bexşîn ji girêbestên neftê 

Roja 08.08.2012ê birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonferensekê de û di bersiva pirsekê de got ku, pereyê ji girêbestên neftê tê yek filis, yek sent û yek dolar ne windaye û her hemû diyar e. Divê yekem car hûn bizanin ku ne 4 milyar dolar in. Dema kak Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî çûye parlamentoyê, wî li wir got: Eger em hemû wan kontiraktan cibicî bikîn, dahatiniyê wan nêzîkî 4 milyar dolar dibe. Nuha ew dahatinî nîne. 
Ev tam raste û gotinên me herdûyan wek yekin û ti cudahî tê de nîne, di dekomentên ji aliyê wezareta samanên xwezayî ve hatine belavkirin her eynî tişte tê deye. Dateyên girêbestên neftê di kitêna THE OIL GAS YEAR (2009) hatine zelal kirin. Ew kitêb bi îngilîzî hatiye çapkirin û kurtiya wê jî bi kurdî û erebî heye. Hînge min ew kitêb bi xwe re bir parlamentoyê û pêşkeşî yek bi yekên parlamneteran kir. 
Vêça bi awayekî nivîskî weke dekoment li ber destê hemûyan heye û her kes dikare bibîne daku, rastiya gotinên me û direwên ragehandina Goranê jê re eşkere bibin. 

Di vê kitêbê de hemû kontiraktên neftê yên wê demê hatîne weşandin, bi cedwel (tablo) hatiye zalal kirin ka pere û dahatiniyê ji aliyê wan kompaniyên girêbest digel hikûmeta herêma Kurdistanê îmzakirine hatî bexşîn çend e, kengî û di çi demê de tê dabînkirin. Li gor wan tabloyên wê demê hatîne weşandin, pereyê ji aliyê wan kompaniyên girêbest îmzakirine hatiye bexşîn 132,5 milyon dolar e, ew pere ji bo çêkirina pirojeyan ji hikûmeta herêma Kurdistanê re hatiye dan, herwesa pereyê ji aliyê wan kompaniyan ve ji bo avakirina infrastruktura Kurdistanê hatiye bexşîn 610.5 milyona dolar e û ew pere ji b o encamdan pirojeyên avakirina infrastruktura aboriya Kurdistanê û ji bo xizmetkirina malbatên şehîd û enfalkiriyan û pirojeyên avê hatiye serif kirin. 

Ew pereyê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatiye wergirtin 743 milyon dolar e, nake yek milyar jî. 
Pişka sêyem ku pişka herî zêdeye (pereyê ji bo infrastukturayê bimercdar tê bexşîn û pêwîste bê dabînkirin) 4 miyar û 220 miyon dolar e. Ev pere dîrekt ji aliyê kompaniyan ve ji bo pirojeyên avakirina infrastruktura Kurdistanê tê bikaranîn û hikûmet vî pereyî wernagire. Lê kompnî bi merc (şert) vî pereyî didin; eger pirosesa geran û dîtina neftê li zeviyên diyarkirî bi serkeftî bidawî bê û neftê bo derve binêr in hîngê ew kompanî wî perey dibexş in. Şertên wan kompnaiyan di kitêbê de hatine diyar kirin û di girêbestan de jî diyar in. Anko hemû pereyê diyarkirî ji 35 kontiraktan 4 milyar û 963. 5 milyon dolar e, lê belê bi tenê 743 milyon dolar, li gor kontiraktan, bi awayekî direkt ji hikûmeta herêma Kurdistanê re tê dayîn. 
Ji ber ku Îraq gelek astengên cihê çê dike, ew kompanî nekarîne neftê bo derve binêr in, ji ber vê yekê jibilî çend pirojeyan, wan kompaniyan jî pirojeyên girêdayî infrustrukturayê cibicînekirine, ev jî mafekî wan ê qanûnî ye. Weke mînak; Li gor girêbestekê digel kompaniyekê li Duhokê divê ew kompanî bi 150 milyon dolrana pirojeyekî avê çê bike, lê jiber ku ew kompanî, ji ber siyaseta Îraqê, nekarî neftê bo derve binêre, ew pere neda. Lê me hindek verastin di girêbestan de kir ku, bêşert perey bidin, weke kompaniya KNOK piştevaniya du pirojeyên elektirîkê dike bi buhayê 700 milyon dolaran ku, ew pirojeye dîrekt ji aliyê kompaniyê ve tê encam dan. Ev girêbest li roja 06.08.2012 bi amadebûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hatiye îmza kirin. 

Dahatinî û xercî 

Li ser biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di demek nêzîk de dê hemû dahatinîyê neftê û çewaniya xerickirinê ji perlamenteran re bê zalal kirin. 
Herwesa, ez dixwazim wê yekê jî zelal bikim ku, Goran di êrîşa xwe de dibêje ku, pere li hesabê bankê li Berîtaniya danaye. Pêş her tiştî, banka HSBC yek ji bankayên naskiriyên cîhanê û ciyê baweriyê ye. li sala 2008 û 2009ê sîstema bankayê li Kurdistanê gelek xerap bû, guhastina perey jî zehmet bû, ji ber vê yekê pere li hesabê bankê li Berîtaniyayê bi nave hikûmeta herêma Kurdistanê hat danan. Lê nuha ku sîstema bankayê li herêma Kurdistanê baş bûye, pere li Kurdistanê tê wergirtin. 

Şefafiya kontiraktên neftê yên herêma Kurdistanê 

Yek ji wan direwên din yên ku Goran dixwaz xelkê Kurdistanê pê bixapîne ew ku, dibêje girêbestên neftê bêy agadariya civata neft û gazê a herêma Kurdsistanê hatine îmza kirin. Ev civet ji serokwezîr, cîgirê serokwezîr, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê êkonomî û wezîrê pilandananê pêk tê. Em li vir ji raya gitî re dibêjin ku, hemû girêbestên neftê bi agadariya vê civatê hatine îmza kirin. 
Serokê hikûmeta Kurdistanê gelek caran gotiye ku, girêbestên neftê yên herêma Kurdistanê gelek şefaf in û ti pirsgrêk têda nînin. Tevî rêgirî û zixtz Bexdayê jî ku, hesaiyeke mezin dirustkiriye, lê bi qed şefafiya welatên din şefaf in. girêbestên neftê yên herêma Kurdistanê şefaf in û gelek jê di malpera hikûmeta herêma Kurdistanê de hatîne weşandin. 
Herwesa îsrara hikûmeta Îraqê li ser wê yekê ku, divê bi rêya boriyên niştimaniyên îraqî re nefta herêma Kurdistanê biçe derve, îtîrafek dîrekt e bi rastî û dirustiya girêbestên herêma Kurdistanê yên di warê neftê de, ew nefta Îraq dixwaz biçe derve berhema wan girêbestên neftê ye. 

Kontiraktên berê jî hatîne verastkirin. 

Beriya pesindkirina destûra Îraqê û beriya derkeftina qanûna neft û gazê a herêma Kurdistanê, hindek girêbestên neftê li herêma Kurdistanê hebûn. Sala 2006ê dem ez bûm wezîr li kabîneya pêncerm, me hemû ew girêbest li gor qanûna neft û gazê a herêma Kurdistanê verast kirin. 
Yek ji wan girêbestan bi alîkariya birêz Newşêrwan Mistefa digel kompaniya Western Zagroz hatibû îmza kirin. Jibilî wê hemû hêsankariya Newşêrwan Mistefa bo wê komaniyê hkirî, ji %5 jî weke pişk bo du kesên xelkê Îraqê danabû. Me ew girêbest verast kir û ew ji %5 jî bo hikûmetê zivirand. 
Ez tehedaya her kesî dikim ku tiştekî wisa di wan kontiraktan de bibîne yên ku di bin serperiştiya min de hatîne îmzakirin. Serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê hertim tekîd dikin ku emanetekî mezin û giring li ser milê meye û paşeroja welatê me pêve bend e. Min bi xwe jî ew hêvî hebû ku, ew şarezayî û pisporiya min li dervey welat di warê neftê de wergirtî rojekê ji rojan xizmeta gel û welatê xwe Kurdistanê pê bikim. 

Sotemenî û kareba bo hevwelatiyan 

Wezareta neftê a hikûmeta Îraqa federal di van çen salên dawiyê de bi berdewamî pişka herêma Kurdistanê ji sotemeniyê kêmkiriye, di demkê de ku pêwîstiya xelkê Kurdistanê bo sotemeniyê berdewam dizêdebûnê de daye. Hikûmeta Îraqê rojê 700 hezar bermîlên nefta xam ji her di rafîneriyên Bêcî û Dore ji bo pêdawîstiyên navxwe yên xelkê Îraqê rafînerî dike. Li gor rêjeya ji %17 beşa Kurdistanê, divê rojane 135 hezar bermîl ji wê neftê bo herêma Kurdistanê bişînin. Lê hemû ew sotemeniya hikûmeta Îraqê bo herêma kurdistanê dinêre 15 hezar bermil in di rojekê de, lê Kurdistanê pêwîstî bi 120 hezar bermîlên neftê di rojekê de heye. 
Parsal ji meha tebaxê heta newroza îsal me 500 milyon liter nefta sipî bi ser hevwelatiyên Kurdistanê de dabeş kir. Prosesa îsal jî ji vê mehê destpêdike heta newroza sala bihêt, û dê 740 milyon liter nefta sipî bi ser hevwelatiyan de bê dabeş kirin ku, nefta herêma Kurdistanê ye. Îsal sê bermîl bo xelkê bajaran û çar melmîlêm nefta sipî bo xelkê gundan û yek bermîl jî bi belaşî bi ser hevwelatiyan da dê bê dabeşkirin. Ev û ji bilî sotemeniya ji bo pirojeyan tê dabîn kirin. Herwesa me benzîna xwemalî bi buhayekî minasin û bi kalîteyeke gelek baş xistiye bazarî. 
Di warê dabînkirina karebê jî de, berî her kesî wezîr û parlamenterên îraqî şahid in ku, wezareta samanên xwezayî a herêma Kurdistanê, bi hevkarî digel sermayedarên navxweyî, di warê dabînkirina karebê bo hevwelatiuyan de serkeftî ye. Nuha em karbê bi bajarê Kerkûka xweştivî û hin deverln din jî didin. 

Dijatiya çi didkin 

Birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, her ji dema kabîneya pêncerm, siyaseta piştbestin bi berhemên xwemalî û navxweyî ji sotemenî, kar û avê weke stratejîk û karnameya kar xizte ber me. Nêçîrvan Barzanî ji bona serbixweyîya Kurdistanê di warê dabînkirina xizmetgozarîyên esasî de, wek sotemenî, kareba û av, herwesa bo rakêşana berhemhênerên biyanî bo Kurdistanê û ji bona dabînkirina garantiya navdewletî û berfirehkirina nav û cîyê herêma Kurdistanê bi dirîjî digel me behis dikir. Bi rastî, ev ew xewin bû ya ku, ez bi salan bo dijyam û min xwe bo perwerde dikir. 
Ji bilî rêgiriyên derekî, giriftên navxweyî jî gelek bûn, berdewam tirs hebû, lê biwêriya birêz Nêîçîrvan Barzanî û hevkariya cîgirên wî a rûbirûbûnê ji bona xweşkirina jiyana xelkê Kurdistanê û sudwergirtin ji mafên xwe yên destûrî, me karê xwe dest pê kir û gerimtir kir. Nuha her kesek bi wêjdan li rewşa herêma Kurdistanê binêre, dizane ku siyaseta neftê a herêma Kurdistanê serkeft û tesîreke pozetîv li ser siyaset û bihêzbûna cîyê Kurdistanê dirust kiriye. 
Me sotemenî, kareb û av bi wê siyastê dabîn kir, em bi anîna mezintirîn kompaniyên neftê yên cîhanî bo herêma Kurdistanê serkeftîn, ji bona diyarkirina nav û cîyekê giring bo herêma Kurdistanê em serkeftîn, me bi awayekî serbixweyîya îradeya biryardana siyasî bo herêma Kurdistanê dabîn kir, bi rêya siyaseta neftê me têkeliyên berfireh bo herêma Kurdistanê dirust kirin. Çima ragehandina tevgera Goranê, weke Hisên Şaristanî û dijwartir jî êrîşî me dike, vê ji bo berjewendiya kê dike û kê jê re gotiye? Başe da siyaseta Goranê çi be eger ew di rewşa me de desthilatdar bûya? Gelo qasî me kirî dikarî bike? 

Tevgera Goran li şûna ku, destxweşiyê li wezareta samanên xwezayî bike, rêz li wan destkeftên niştimanî yên hikûmeta herêma Kurdistanê bigire, êrîşên dijminkarî dike ser me ku, ew êrîş li gor hemû pîvanan ji sînorê rexnegirtinê derketine. Bêy ku tevgera Goran û ragehandina wê yek rexneyê li hikûmeta Îraqê û wezareta nefta Îraqê û birêz Hisên Şehristanî bigirinyên ku, ev çend sale xelkê herêma Kurdistanê ji sotemeniyê bibeş kiriye ku dike çendîn milyar dolar. 

Min li ser daxaza birêz serokê hikûmetê serdana birêz Newşêrwan Mistefa serokê tevgera Goran kir, di çar saetan de min hemû tişt ji wî re zelal kirin û bersiva pirsên wî dan. Min jê re got ku, çavê min bi tenê li ser yek tişte û ew jî serkeftina netewe û welatê min e, wîjdana min rehet e, ji ber ku ya min kirî û dikim li hikûmeta herêma Kurdistanê bi pakijî û zanayî bûye û bo berjewendiya herêma Kurdistanê bûye. 
Nuha jî ew piroses, ji sedemê hatina kompaniyên mezin yên cîhanî bo herêma Kurdistanê, gelek mezin bûye, Kurdistanê pêgeheke navdewletî wergirtiye, ev jî xewina şehîdên me bû, xewina xelkê dilsozê Kurdistanê jî ye. Hatian wan kompaniyên mezin ku, ji ber sîstema welatên xwe şefaf kar dikin, baweriyeke zêdetir bi Kurdistanê û bi pirosesa neftê li herêma Kurdistanê dide. 

Her weke serokê hikûmetê gotî, em vê siyasetê bi wezîfeya xwe dizanîn û dê berdewam bîn, herwesa li hember her dolarekê jî em xwe berpirsiyar dizanin her çi di bin serperiştiya me de kiribe. Min gelek pê nexweşe dema dibihîsim ku, qaşo Goran bi name daxwazê ji birêz Şehristanî dike daku wêneyên satellit yên ser deriyên sînorên herêma Kurdistanê pê bide ku qaşo herêma Kurdistanê neftê dinêre derve. 
Em divê weke pirensîp û hêzeke esasî li pirosesa nefta xwe binêrîn, çênabe em penayê bibîn ber her kesek yên ku hewildin û dixwazin bi her awayî de astengan ji pirosesa neftê a herêma Kurdistanê re çê bikin, daku xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê nebe xwediyê berhem û siyaseta nefta xwe. Me serdana birêz Newşêrwn Mistefa kir û am amadene careke din bo wî û hemû aliyekî siyaseta xwe zelal bikîn, vêça çima penayê dibin bo xelkê dijminê siyaseta me. 

Neft pirseke texusisiye (îxtîsas), pêwîstî bi şarezayîyê heye, çênabe bi zaniyariyên nerast û şîlû xelkî li dijî vê pirosesê pal din ku, gelek fêde ji bo xelkê Kurdistanê hebûye, bi piştevaniya Xweda paşeroja geş her bo netewe û siyasta rast a neftê dibe. ”

 

Avestakurd