Serrûpel Nûçe “Navê diya te çi ye?“

“Navê diya te çi ye?“

Belav bike

‘EV DOZ DOZA DARIZANDINA 12 Ê ÎLONÊ YE’

Celseya yekem ya darizandina rexnegirê edebiyata kurdî Alî Fîkrî Işik, do (14.08.2012) li Edirneyê pêk hat û û di vê rûniştinê de Işik hem xwest xwe bi zimanê xwe yê zikmakî biparêze hem jî redda xwe ya vîjdanî aşkere kir. Alî Fîkrî Işik her çiqas hakimê dadgehê nexwaze destûr bide jî wiha axivî; “Ev doz ne doza min e. Ev doz, di şexsê min de darizandina 12 ê Îlonê ye. Ji ber derbeya leşkerî ya 12 ê îlonê her wekî min bi hezaran kes mexdûr in. Divê di dewsa min de failên wê derbeyê, ev sîstem û dewlet bê darizandin.” Işik, xwe wek mexdûrê sîstemê nîşan kir û anî ziman ku wê ji vê sîstemê re leşkeriyê neke.

DIYALOGÊN BALKÊŞ

Diyalogên ku di navbera hakim û nivîskar Alî Fîkrî Işik de derbas bûn gelek balkêş bûn lewra hakim bi zimanê xwe dipirsî û Işik jî bi zimanê xwe dibersivand. Lê belê hakim hê ku Işik bersiva xwe nediqand digot ku bersûc, “bi zimanê ku dadgeha me pê nizane axivî”. Piştî van diyalogan parêzerên Işik destnîşan kirin ku Işik bi kurdî parastina xwe dike û heke bê pejirandin dikarin ji dadgehê re wergêriyê bikin. Lê hakim vê daxwaz û pêşniyarê jî qebûl nekir. Parêzerên Işik, peymanên navnetewî yên ku ji bal Tirkiyeyê ve hatine pejirandinê nîşan dan û gotin ku mehkeme mecbûr e parastina muvekilê wan qebûl bike.

‘LEŞKERIYÊ SEXTEKARÎ KIR’

Yek ji xalên girîng yê celseya ewil jî ev bû ku Işik îddîayeke dozger wek sextekarî bi nav kir û got ku îmzeya li bin belgeya ku bi navê “teslîm-tesellum”ê hatiye saz kirinê  ne ya wî ye û sextekarî ye. Lewma jî parêzerên Işik xwestin ku ev belge û îmze û şopa dest ya li ser belgeyê ji aliyê laboratûar û pisporan bê tetkîk kirinê. Hakimê dadgehê ji bo hatin û berhevkirina belgeyên kêm yên dozê û tetkîk kirina belgeya teslîm tesellumê biryara taloq kirinê da. Hakim di dawiya rûniştina yekem de biryareke balkêş jî da ku di rûniştina bê de psîkolgeg jî amade be. Celseya duyem dê di 10 ê îlonê de li Edîrneyê be.

 

Her wekî ku tê zanîn nivîskarê rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik ji ber ku eskeriya xwe temam nekiriye û firar kiriye sê meh berê li Amedê hatibû girtinê. Işik ji bo ku beşdarî konferanseke sporê bibe çûbû Amedê û li wir avêtibûn ser otela ku lê dima û hatibû binçavkirinê. Ji wê rojê û bi vir de ye bêyî bingeheke huqûqi li bajarê Edirneyê di zindana Leşkerî ya Şükrü Paşa da dimîne.

Hamid Omerî- Edirne