Serrûpel Nûçe Artêşa Azad dikeve Hesekê û Qamişlo

Artêşa Azad dikeve Hesekê û Qamişlo

Belav bike

 Serfermandarê Artêşa Azad Riyad Esed aşkere kir ku wan li van demên dawî de hin efser û fermandarên xwe şandine Hesekê û Qamişloyê da yekîniyên bi ser Artêşa Azad ve ava bikin. Li gor Riyad Esed di hevpeyvîna Rûdaw’ê ligel pêk anî de axivî,  Esed dibêje “Em dibînin ku pêwîste Endamên Artêşa Azad ya Sûriyê li hemû navçeyên Sûriyê hebin, bi bê cudahiya nasname yan taîfegerî an nijadperestî û mezhebî û olî yên gelê Sûriyê.” Esed her der barê vê mijarê de dibêje ku têkiliyên wan bi hin partî û kesayetiyên serbixwe re hene û dibêje ku ew dikarin yekîneyên leşkerî ava bikin. Esed dibêjê jî “Berî demekê me alîkarî şand ji birayên xwe yên Kurd re ji bo avakirina yekîneyên leşkerî ser bi Artêşa Azad ve û van demên dawî, me hin efser û fermandarên xwe şandine Qamişloyê û Hesekê da ku yekîneyên leşkerî bi navê Artêşa Azad ava bikin.”

 

Avestakurd