Di Lîstikên Olompiyadan de 100(sed) mîtro pêşbaziyên herî girîng bû. Di dîroka 05.08.2012 de Usain Bolt Efsaneya Zindîtiya xwe diyar kir. Di 100 mîtro mêran de rekora olompiyad kir û pêşbaziyê bi yekemîn ve xilas kir. Pîleya wî 9.63 nîşan da û xwedî xelata zêr bû.
Rêza Pêşbazî
Rêza Yekemîn; Usain Bolt ku ji Jamayîka ye performansek nuwaze nîşan da û di Yarîgeha Olompiyadê de cara duyemîn(cara yekem Olompiyada Běijīng Peking 2008ê di pîleya 9.69ê de rekor kiribû) bû şampiyona olompiyadê. Encama pileya pêşbazî 9.63.
Rêza Duwem; Yohan Blake ku ew jî ji Jamayîka ye di encama pileya 9.75 de xilas kir û bû duyemîn.
Rêza Sêyem; Justin Gatlin ji Emerîka di encama pileya 9.79 ê de bi dawî kir
Rêza Çarem; Tyson Gay di pileya 9.80 ê ve bû çarem.
Amadekar:
Metîn K.D.
Mamoseya Werzişê