Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî bi sms pîrozbahî şand

Nêçîrvan Barzanî bi sms pîrozbahî şand

Belav bike

Di sms`a Nêçîrvan barzanî de ku şandiye ji endamên PDKê re, hatiye nivîsandin: “Hevalê birêz, bîranîna damezrandina partiya we li we pîroz dikin. Erkê partiya me komkirina şiyana Kurdistaniyan e li ser hevdengiya niştimanî ji bo çareserkirina kêşeyan û karkirina ji bo pêşvebirina Kurdistanê. Serfirazî ji bo şehîdên kurd û Kurdistanê. Hevalê we yê dilsoz Nêçîrvan Barzanî.”

Ev ne cara yekê ye ku cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi riya sms nameyan dişîne ji endamên partiya xwe, par jî di heman bîranînê de sms ji wan re şand.

PDK di 16.08.1946an de li ser destê Mistefa Barzanî û hevalên wî hat damezrandin. Di kongreya sêyem a partiyê de di 26.01.1953an de navê wê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). rûdaw