Serrûpel Nûçe Rejîm û çekdar heman kuştinan li Sûriyê dikin

Rejîm û çekdar heman kuştinan li Sûriyê dikin

Belav bike

 Komîteya Mafê Mirovan ya taybet bi Sûriyê ve girêdayî raporek ji 201 rûpelî pêk tê amadekir. Komîte di raporê de balê dikişîne ser kuştinên fîzîkî, kuştina jin û zarokan, îşkence, tundiya cinsî. Her weha rapor li ser komkujiya Hule ku 25’ê Gulana 2012’ê de pêk hatibû û dide diyarkirin ku Hikûmeta Sûriyê û şebîha berpirsê kuştina zêdeyî 100 kesî ne ku piraniya wan zarok bûn. Her weha rapor dibêje ku her du alî Hêzên Hikûmetê û Çekdarên Muxalif berpirsê kuştinên li Sûriyê dibine û heman rêbaz û tektîkên kuştinan bi kar tînin.

 

Avestakurd