Îro seroke PDK’ê kurê Melle Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Mesud Barzanî ji bilî serokatiya PDK’ê serokê Herêma Kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê kar dike. Bingehên serekî ên PDK’ê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûre û bi Koalîsiyona (Hevgirtina) YNK‘ê di parlemana başûrê Kurdistanê hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistinek sosyal-demokratê. Wikipedia