Serrûpel Nûçe Daxwaza Suryaniyan a perwerdeyê hat red kirin

Daxwaza Suryaniyan a perwerdeyê hat red kirin

Belav bike

Suryaniyan, serî li wezareta perwerdehiya milî a Tirkiyê dan ku, li Stenbolê, ji bo ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidine zarokên xwe, dibstaneke serete vekin lê, ew daxwaza Suryaniyan bi hinceteke ku her tim ji bo Kurdan tê bikaranîn hate redkirin; Hûn ne kêmnetew in, hûn unsûreke hîmî a dewletê ne.
Ev jî rastiyeke din radixîne ber çavan, ger li welatê Tirkiyê kêmnetew bî, ji bo Kurd, Suryanî û gellek gelên din, mafê te yê bi zimanê zikmakî perwerdehiyê û dibistan vekirinê heye, lê ku tu hêmana hîmî bî, tu ji mafê perwerdehiyê bêpar î.
Li Tirkiyê civakên ku hêmana hîmî tên hesibandin, xeynî Tirkî nikarin bi ti zimanî perwerdehiyê bibînin.
Heta niha Suryaniyan daxwaziyeke bi vî rengî nekirine lê Cemîyeta Suryaniyan cara ewil xwestine ku zarokên xwe bi zimanên xwe yê 5 hezar salî perwerde bikin. 
Li gelemperî Tirkiyê hejmara Suryaniyan daketiye 25 hezarî. Ji %85 Suryanî li Stenbolê dijîn.