Serrûpel Nûçe Erdogan gef li çapemeniyê xwar

Erdogan gef li çapemeniyê xwar

Belav bike

 Erdogan ku tevlî vekirina xeta metroyê ya di navbera Kadikoy û Kartalê bû, di vekirinê de axivitinek kir. Erdogan di axivitina xwe de êrîşî çapemeniyê kir û got “Helwesta min li hemberî saziyên çapemeniyê yên parêzerên rêxistinê ku di vê meha Remezanê de xwînê dirêjin derdixin ekranên televîzyonan heye.” Her weha diyarkir ku ‘dê her tim ev helwest hebe’ û weha pêdeçû “Hûn li cem kê ne dê bêjin. Hûn li cem PKK’ê ne an hûn li cem gelin, hûnê zelal bin.” Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Tirkiyê çendîn carane çapemeniyê di mijara PKK’ê de dike hedef û gefan li wan dike.

 

Avestakurd