Serrûpel Nûçe Ji Îraqê Bayê Hewlêr û Silêmaniye Bihûrî

Ji Îraqê Bayê Hewlêr û Silêmaniye Bihûrî

Belav bike


Li Yarîgeha Hewlêrê(Şehid Fransuva Herirî) di demjimêr 21:30 pêşbazî destpêkir. Dijbera Hewlêr Kerh e ku Kerh niha di ligê de rêza 16. de ye.

 

Di encama pêşbaziya gogapê de Hewlêr bi Tîma Kerh ve 1 beramber 1 ma.

 

Hewlêr di Lîga Hilbijartî de bû Şampiyona Îraqê. Temaşavan û werzişhezkar û alîgirên hewlêr heta sibê şa bûn.



Wêne: Şampiyona Lîga Sûper ya Îraq Tîma Gogapêya Silêmaniye

 

Di 15 Tebaxê de Tîma Gogapê ya Silêmaniyê ligel Tîma Neftê(Nefta Başûr) ve leyîst. Di encamê pêşbazî de hêla bexdewar Silêmanî bû dijberê xwe 2-1 têk bir û bû şampiyona liga super a Îraqê.

 

Şampiyon Silêmaniye ji xula nayab ango xula sûperê îsal derbasî xula hilbijartî bibe.

Di dawiya yariyê de em dikarin bibêjin tîma silêmanî gelek xweş list û derket qada xwe. Pîroz be.

 

Îro jî(17.08.2012) Tîma Duhok ligel tîma bergrî asîmanî Quwet Ceway ve bileyize. Heke Duhok dijbera xwe têk bike ew jî dibe sêyem(3.) a lîga sûperê. Lê Duhok jixwe derbasî xula bijarteya îraqê bûye. Digel Duhokê Tîmên Kerkûk û Zaxo jî derbasî vê xula bijarte bûn. ÇavkanîAknews

Mamoste Reşad Hewlêrî

Amadekar:

Metîn Kewê DILXÊRÎ

(Metîn A.)

Mamosteya Werzişê