Serrûpel Nûçe Midûrê emnîyetê polîsê qatîl pîroz kir

Midûrê emnîyetê polîsê qatîl pîroz kir

Belav bike
Midûrê şûbeya 4.yê emnîyeta Antalyayê Sedat Goktaş, polîsê ku du roj berê,  li kolaneka Îzmîrê û bê sebeb ciwanek 21 salî kuştibû û sê ciwanên dinê jî birîndar kiribû, pîroz kir.


Goktaş di peyama pîrozbahîyê de weha dibêje;

Helal be ji te re ! te di nava kolanê de lêdan nexwar û leke neanî ser unîforma xwe. Rehma xwedê li wan kûçikên kuştî û birîndar be.