Serrûpel Nûçe PKK îcar riya parlementerên BDP birî (Vîdyo)

PKK îcar riya parlementerên BDP birî (Vîdyo)

Belav bike
Gerîlayên PKKê îro seet di 16.40 an de, li navçeya Colemêrgê li Şemzînanê, nêzika gundê Baglarê ku, 20 kîlometre dûra Şemzînanê ye, rêya karwana parlementerên BDPê birîn. Karwana parlementerên BDPê a ku ji zêdetirî 50 wesaîtan pêk dihat, jê 1 jin 5 gerîla biriye û qasî nîv seetê propaganda kirine. 
Hevseroka BDPê Gulten Kişanak û Parlamenterên BDPê Adîl Kurd, Ertugrul Kurkçu, Esat Canan, Sabahat Tuncel, Nazmî Gur, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlioglu û parlementera Wanê a Serbixwe Aysel Tugluk, piştî operasyonên ku zêdetirî 20 rojan dewam kiribûn yên li herêma Şemzînanê di cih de lêkolîn bikin, çûbûn gundan û dema vedigeriyane Şemzînanê rêya wan hatiye birîn.  
Gerîlayên PKKê di axaftinên xwe de diyar kirine ku, “em zanin hûn bi çi armancê hatine vira. Li vira şerekî cidî heye, ev pêwiste bê dîtin. Hêzên ewlekariya Tirkiyê wendahiyên mezin dan.” 
Piştî bi dawî bûna axaftinên gerîlaya, gerîla dûra herêmê ketin û karwana parlamenterên BDPê jî vegeriya Şemzînanê.