Serrûpel Nûçe Ticareta di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de

Ticareta di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de

Belav bike

Êdî li Tirkiyê, Mesûd Barzanî ne serokeşîr e.

Êdî Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîr ji aliyê serokomarê Tikriyê ve tê pêşwazîkirin.

Êdî ji Mesûd Barzanî re „Sayin Başkan“ (birêz serok tê gotin) ji Nêçîrvan Barzanî re „Sayin Başbakan (serokwezîr) tê gotin.

Bêguman bilindbûna asta bazirganî di navbera her du welatan de, dihêle ku roteya siyasî jî were guhertin.

Li bajarên turîstik yên Tikriyê weke Antalya, hejmara Kurdên başûr di zêdebûnê de ye.

Tê gotin ku di balafirên THY û Atlasjet de di vê meha Remezanê de cihê vala tune ye

Di nava 7 mehên destpêkê de di nava 5 mîlyon turîst de yên herî zêde Kurdên başûr in.

Li gora statestîkan di sala 2009 de hejmara turîstên ji Iraqê 250 hezar bû. Di sala 2011 de hejmara turîstên ji Iraqê derdora 350 hezar bû. Lê belê tenê di 6 mehên destpêkê de 190 hezar derbas kir.

Di meha 7 û 8 de gelekî zêde bû.

Li gora Rêkxistina Turzîmê ya Cîhanê: Kesên ku ji Tirkiyê diçin Hewlêrê gelekî zêde ne. Di sala 2010 de turîstên çûne Iraqê 1 mîlyon 518 hezar in. Di nava wan turîstên ji Tirkiyê yên herî zêde ne, bi taybetî ziyaretkitina Hewlêrê gelekî zêde ye.

Bêguman Ev turîzm bandor li karsazan jî dike.

Ticareta di navbera her du welatan de her ku diçe mezin dibe.  Berpirsiyarên THY dibêjin: Yên li Hewlêrê ku turîzma li Tirkiyê tercîh dikin hejmara wan ji berê zêdetir e.

Bi taybetî dema ku seferên di navbera Hewlêr û Antalya de destpêkirin, hejmara turîstan gelekî zêde bû.

Di meha Remezanê de êdî kursiyên vala di balafiran de tune ne.

Fiyata bilêtan jî bilind bû.

Ticareta di navbera heru aliyan de ji sala 2003 û pê ve bilind bû.

-       Di sala 2005 de ticaret bi 3,2 mîlyar dolar bû.

-       Di sala 2006 de dakete 3 mîlyar dolar.

-       Di sala 2007 de bû 3,4 mîlyar

-       Di sala 2008 de bû 5 mîlyar.

-       Di sala 2009-2010 de bû 6-7 mîlyar dolar.

-       Di sala 2011 de bû 8,3 mîlyar dolar