Serrûpel Nûçe Tucarî qebûl nakin Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe

Tucarî qebûl nakin Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe

Belav bike
 Turk li mêhvandariya Şaredariya Sûrê der barê rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Ahmet Turk got ku ew Kurdên li Sûriyê dijîn perçeke Kurdên li Tirkiyê dijîn dibînin. Turk weha pêdeçû “Eger Tirkiyê dixwaze îro li Rojhilata Navîn aramî hebe, divê Tirkiyê siyaseteke Kurdan hemêzke bingeh bigire. Îro derfeteke dîrokî heye. Hûn heroj dibêjin Kurd ‘birayên me ne’, lê hûn naxwazin Kurd bigihin statuyekê. Ev çawa biratî ye? Ji xwe peyama Konseya Neteweyî ya Sûriyê dayî ev e; ‘me hembêz bikin, em dixwazin hevkariyeke rastir ligel gelê Tirkiyê pêk bînin’, lê mixabin Tirkiyê her dem gelê Kurd ji xwe re dijmin ragihandiye.” Tirk bal kişand ser avakirina herêma tampon û got ku ew li dijî herêmeke weha ne û got “Ji xwe ji ber vê yekê em li dijî herêma tamponin. Ji ber ku ger herêmeke tampon hate ava kirin dê Kurd û leşkerên Tirkan bîne beramber hev. Ji ber vê çendê divê tucaran Tirkiyê derbas nebe. Ji ber ku em difikrin ku dê Kurd bedala wê bidin. Gelê Kurd zaneye. Dê li dijî mudaxeleya Tirkiyê yek helwestî nîşan bide.” Her weha Turk diyar kir ku ew tucaran qebûl nekin û rê nadin Tirkiyê derbasî Sûriyê bibe.

 

Avestakurd