Serrûpel Nûçe Ahmet Altan: Hûn çima ji zarokên li çiya diqeherin?

Ahmet Altan: Hûn çima ji zarokên li çiya diqeherin?

Belav bike
 Dêrsimê Huseyîn Aygun ku ji bo gerîla îfadeya “zarokên li çiya” bikaranîbû, şîrove kir û pirsî: Hûn çima ji zarokên li çiya re diqeherin? We hemû mafên Kurda danê û ew zarokana ji bo kêfê hilkişiyane çiya?”
Nivîskar û rojnamevan Ahmet Altan, di gotara xwe a îro de “zarokên li çiya” nirxand û di beşeke nivîsa xwe de wiha dinivîse:

Hûn çima ji zarokên li çiya re diqeherin?
We hemû mafên Kurda danê wan û ew zarokana ji bo kêfê hilkişiyane çiya û xwe avêtine nav mirinê?
Tenê xortekî Kurd tine ye ku ji bo ku bi Kurdî axifiye ji mamosteyê xwe kutan nexwariye. Biçûkxistineke bi vî awayî  a ku rik û nefretê derdixe holê, bi rastî hûn fehm nakin?
Carekê be jî hûn fikirîn, dema we li her derê nivîsand ”çi bextewarî ji wî re ku dibêje ez Tirk im”, gelo Kurd li hember vê çi hîs dikin?
Hûn zanin ku, dema hûn wana biçûk dibînin û dipirsin “hûn hîn çi dixwazin” di hundirê wan mirovan de volqaneke çawa dipijiqe?
Ku tu têkilî zimanê gelekî dibî bela derdikeve. 
Kurd û Tirk li heman welatî dijîn lê ne xwediyê heman mafan in.
Mesela evqas hêsan e.