Li gora jêderên opozîsyona Sûriyê, ev çend rojin wî xwe li Şamê veşartibû.
Jêdereke ji Artêşa Azad ya Sûriyê got 2 serleşkerên din yên bilind bi Şerii re cuda bûne.
Heman jêderê got ku artêşa Sûriyê nîşangirên xwe li ser sînorê Urdunê bi cih kirine ji bo ku Farûq Şerii bikujin û bixin stûyê Artêşa Azad.
Weke tê zanîn Farûq Şerii 36 salin di xizmeta dewletê de kar dike û ji sala 2006 û vir de cîgirê serokê Sûriyê ye.
Çavdêrên siyasî dibêjin reva Şerii wê pişta Esed bişkîne.
AVESTA KURD