Serrûpel Nûçe Colemêrgiyan wezîrê hundir protesto kirin (Vîdyo)

Colemêrgiyan wezîrê hundir protesto kirin (Vîdyo)

Belav bike

Wezîrê hundir yê Tirkiyê Îdris Naim Şahin, îro li Wanê bi rêya bejahiyê derbasa Colemêrgê bû. Di bin ewlehiyeke berfireh de çû Colemêrgê û piştî fitarê ji otêlê derket û dakete kolana Cumhuriyetê ku bazarê bigere. Ji aliyê tîmên taybet û parêzvanên wî ve dihat parastin. Li ser serdana Şahin, gelê Colemêrgê kom bûn û demeke dirêj ew yûha kirin. Polîsan gule berdane hewa ku gel belav bike lê gel belav nebû. Polîsan bi bombeyên gazê û ava bitezyîq midaxeleya çalakvana kir. 
Hemwelatiyên ku derketibûn danûstandina cejna remezanê bikin, ji ber derketina gengeşiyan, reviyane mala xwe. Esnafan jî derabeyên kargehên xwe girtine.  
Hat ragihandin ku, wezîr Şahin mecbûr maye xwe spartiye kargehekê. Bi dehan wesaîtên bizirx sewqa navenda bajêr kirine.
Gellek hemwelatî bi bombeyên gazê ketine rewşeke xirab. Dîsa polîsekî ku ji serê xwe derbeya kevir xwariye birîndar bûye.