Serrûpel Nûçe Emerîka hişiyarî da karmendên xwe yên li Îraqê

Emerîka hişiyarî da karmendên xwe yên li Îraqê

Belav bike
  

Li gor dîplomatekî Îraqî ji rojnameya Ray ya Kûwêtî re bê ku navê xwe aşkere bike ragihandî, berî çend rojan Wezareta Karê Derve ya Emerîka birûskeke bilez ji balyozxane û konuslxaneyên xwe re şandiye ku ger zêde û gelek girîng nebe bila ti karmendên we ji avahiyên kar dernekevin. Dîplomatê Îraqî got ku sedema vê birûskeya bilez ew e ku dibe hindek komên çekdar li hundir û derve yên li dijî siyaseta Emerîka karmend û dîplomatên wê birevînin.

 

Avestakurd