Serrûpel Nûçe Peyama Serok Barzanî bo cejna Remezanê

Peyama Serok Barzanî bo cejna Remezanê

Belav bike
 Serokê Herêmê di peyama xwe ya belavkirî de ji bo cejna Remezanê, hêvî xwest ku ev cejn bibe egera xêr û xweşiyê û birayetiya cîhanê û Kurdistanê û pêkanîna mafan. Peyama Serokê Herêmê:

 

 

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Iraq û cîhanê bi giştî û misilmanên Kurdistan û hêz û aliyê siyasiyan û malbatên serbilindên şehîdan bi taybetî dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî û ta’et û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê li hemû misilmanan wergirtibê û ev cejin bibê sedema xêr û xweşî û pêkanîna hêvî û armancên zêdetirê gelê me û Kurdistan jî bikevê qonaxêkî dinê avadankirin û binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî û tebayî û pêkve jiyan û pêkanîna mafê destûriyan û derbasbûna ji hemû kêşe û gîr û giriftan û pejirandina Iraqekî Federal û Demokrat.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29 Remezan 1433 Koçî
18 Tebax(Ab) 2012 Zayînî”

 

Avestakurd