Serrûpel Nûçe Sûriyê bûye navenda El Qayîde

Sûriyê bûye navenda El Qayîde

Belav bike

 Berî çend rojan Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanê der barê kuştinên li Sûriyê dibin de raporek belavkiribû û di raporê de di mijara kuştinan û tundiyê de ti cudahî di navbera hêzên çekdar û rejîma Esed de dest nîşan nekiribû û diyarkiribû ku her du alî heman şêwazan bi kartînin. Lê ji aliyekî din ve, gelek çavkanî didin diyarkirin ku bi hezaran milîtanên El Qayîde ji Lîbya û Îraqê derbasî xaka Sûriyê bûne, ligel muxalifan şerê rejîmê dikin. Heta li bajarê Helebê gelek kesên ku li dijî rejîmaa Esed şer dikin aşkere ji çapemeniyê re didin diyarkirin ku ew endamê rêxistina El Qayîde ne. Hin çavkaniyên din jî dibêjin ku; kesên ji tawanên cuda cuda hatîn cezakirin, kesên nexweş, kesên psîkopat jî endamên rêxistina El Qayîde ne. Niha gelek ji van li bajarê Helebê bi cîh bûne û li kolanên Helebê digerin.

 

 

Avestakurd