Rojnameya New York Timesê ya Emerîkî di hejmara xwe ya li 19’ê Tebaxa 2012’ê de nivîsî ye, banka navendî ya Îraqê ku yekser ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ve tê birêveberin alîkariyek mezin pêşkêşî Îranê dike. Her weha rojname dibêje ku, Îranê bi riya şirîkên xwe yên li Îraqê 4 bankên Îraqê xistiye bin kontrola xwe. Heta Bexda çavê xwe ji gelek karên bazirganî yên Îranê re digire. Hêjayî gotinê ye, berî niha çapemeniya cîhanê nivîsî bû ku Nûrî El Malikî petrolê bi dizî ve dide Îranê û Malikî bi balefira ku Îranê diyarî wî kirî karê xwe yê derve dike û balkişandibûn ku Malikî di bin xizmeta Îranê de ye.
Avestakurd