Piştî teqîna li 15’ê Tîrmehê li Şamê qewimî bû, der barê bê dengî û nediyarbûna Esed de gelek nûçe hatin belavkirin. Lê, Beşar El Esed li roja cejnê li mizgefta Emewî ya li Şamê derkete ortê. Lê ev car alîkarê wî Farûq El Şara ku 10 roj in wenda, nediyar bû. Tê îdîakirin ku El Şara ji Esed veqetiye û niha li Urdune. Her weha hat zanîn ku di vê cejnê de serokdewletên Ereban ti peyam ji bo cejnê ji Esed re neşandine.
Avestakurd