li Rojava Kurdistanê girêdayî lihevhatina PDK, YNK û PKKê ye. Ew herwiha dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê zemîne heye ku destkeftiyên weke Başûrê Kurdistanê bidest bên.
Di çend rojên borî de du bûyeran îmzeya xwe avêt ser rojeva Kurdan. Yek jê paşdekişandina hêzên Sûriyê bû ji çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê û avakirina Desteya Bilind ya Kurdan. Ya duyem jî şerê eniyê yê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê bû li navçeya Şemzînanê.
Endamê Konseya Serokatiya PKKê yê berê, Nizamettîn Taş, di hevpeyvînekê de bo Rûdawê got çawa Kurdan di sala 1991ê de sûd ji desttêwerdana Amerîkayê wergirtin û Herêma Kurdistanê avakirin, vê carê jî wê sûdê ji guhertinên li Sûriyê wergirin û li Rojavayê Kurdistanê jî herêmeke weke Herêma Kurdistanê ava dike.
Nizamettîn Taş dîroka Rojavayê Kurdistanê derbarê piştevanîkirina beşên din ên Kurdistanê de weke tiştekî gellekî berçav binav dike û dibêje “ti beşekî bi qasî Rojavayê Kurdistanê qurbanî nedane bo beşên din. 5 hezar şehîdên PKKê ji vî beşî hene. Berê wê jî Rojavayê Kurdistanê bi mal û giyanê xwe piştevaniya tevgera Barzanî kirin.”
Tevî biçûkiya vî beşê Kurdistanê, lê hejmara partiyên wê yên siyasî gellekî zêde ye. Vê jî wisa kiriye ku hemahengiya aliyên siyasî bi taybetî di warê meseleyên çarenivîssaz de zehmet be. Nizamettîn di vê bareyê de dibêje “partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê di warê programên xwe de cudahiyeke mezin di navbera wan de tine, lê ji ber girêdayîna wan bi derve ew nikarin hemahengiyê ligel hev bikin. Ev 30 sal in PKKê xwe li Rojavayê Kurdistanê organîze kiriye. Herwiha Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El- Partî) di bin bandora Barzanî de avabûye. Çend partiyên siyasî jî girêdayî Yekîtî Niştimanî Kurdistan in. Loma avabûna yekgirtinekê di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de girêdayî yekîtiya navbera PDK, YNK û PKKê ye.“
Ev berpirsê berê yê PKKê, ku li bajarê Koye li Başûrê Kurdistanê bo Rûdawê axivî, di wê baweriyê de ye ku lihevhatina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ne girêdayî Rojavayê Kurdistanê bi xwe ye, lê girêdayî helwestên PDK, YNK û PKKê ye. Loma eger yekgirtina Kurdan li Rojava bişikê, ev tawana van 3 partiyan e. Berevajî vê yekê jî, serketina yekgirtina Kurdan serketina van her sê aliyan e.”
Nizamettîn Taş di wê baweriyê de ye ku milmilaneya pêşdem a PDKê û PKKê bo gihiştina desthilatê li vî beşî tekane gefa li ser yekîtiya Kurdan e. Loma daxwazê ji serokatiya Herêma Kurdistanê dike ku “pêwîste birêz kek Mesûd Barzanî bi sûdwergirtina ji ezmûnên berê biryarê bo dahatû bide. Eger bi goşara Tirkiyeyê bo zû gihiştina desthilatê milmilaneyê ligel PKKê bike, wê demê Kurd bi giştî û PDK bi taybetî wê zerarê bibînin.”
Gelo wê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibin xwediyên statuyeke weke ya Herêma Kurdistanê? Ev pirseke di mêjiyê hemû Kurdan de heye. Nizamettîn Taş di vê bareyê de dibêje ku li Rojavayê Kurdistanê jî heman zemîne heye eger xebat jê re bê kirin: “Îxwan Muslimîn tekane aliye ku dikare piştî Esed desthilatê bigire destê xwe. Lê Îsraîl, Amerîka û Ewropa ji Îxwanên Sûriyê ditirsin. Ew bawer dikin ku ew ne weke Îxwanên Misr û Tûnisê ne. Pêwîstiya cîhanê bi hêzekê li hundirê Sûriyê heye, daku bikare himber Suniyan balansê çêke. Alewî nikarin vê rolê bilîzin. Loma tevî kêmiya hejmarê û cografyayê, lê Kurd di Sûriya nû de dibin hevparên dewletê.”
“Domandina şerê Şemzînan wê zerarê bide PKKê“
Ev nêzîkî sê heftiyane li derdora bajarokê Şemzînan di navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê û artêşa Tirkiyeyê de şer heye. PKK dibêje wan şerê eniyê destpêkirine û artêşa Tirkiyeyê li bejayê seqet bûye. PKKê di dema destpêkirina şerê ligel artêşa Tirkiyeyê di 15ê Tebaxa 1984ê de taktîka şerê gerîllayî yê “lêxistin û xwepaşdekişandin” daye meşandin. Lê di salên 90an ên sedsala borî de, ku şerê PKKê û dewleta Tirkiyeyê mezin bû û hejmara gerîllayan jî zêde bû, PKKê di bin navê avakirina Hikûmeta Botan-Badînan de hewl da ku navçeyeke xwe ya rizgarkirî ava bike. Loma di bihara 1992yê de ezmûna şerê eniyê li Botan û bi taybetî li Şirnex û Cizîrê destpêkir, ku armanca wê girtina çend cihan bû, tevî xwepêşandan û serhildana girseya gel, lê ev ezmûn biserneket. Niha PKK careke din li Şemzînanê ezmûna şerê eniyê destpêkiriye. Peyvdarê têkiliyên derve yên PKKê, Ehmed Deniz, bo Rûdawê got “kampanya nû ya şer, ku ji Zagrosê destpêkiriye, li ser bingeha çepergirtin û mayîna li cih e.”
Ehmed Deniz di dirêjiya daxuyaniya xwe de got gerîlla di vê kampanya nû de bi bikaranîna çekên doşke yên 23 mm tevgera helîkopterên şer rawestandiye û ew nikarin xwarin û pêwîstiyên kampên leşkerî yên li serê çiyayan dabîn bikin: “Leşkerên Tirkiyêyê li gellek cihên Zagrosê nikarin bi rêya bejayî hatin û çûnê bikin. Armanca vê jî girtina hin navçeyan e û gerîlla jî wê li van navçeyan bimînin.”
“Serkirdayetiya kurdî divê goşaran bixe ser PKKê”
Tirkiye dibêje PKKê çekên pêşketî ji Sûriyê standine û vî şerî ji bo mayîna rejîma Esed dike. Lê PKK vê yekê bi her awayî red dike. Nîzamettîn Taş, ku bêtiriya temenê xwe di nava vê partiyê de weke fermandarekî navdar ê gerîllayan derbas kiriye, derbarê vî şerê li navçeya Şemzînanê de dibêje “şerê Şemzînanê di demeke kurt de bi şêweyekî taktîkî rola xwe lîst. Moralê gerîllayan bilindtir e, PKKê karîbû sûdê ji nakokiyên navbera dewletên derdorê bigre û taktîka leşkerî û pêwîstiyên lojistîk bidestbîne. Herwiha heta radeyeke baş jî PKKê ev tecrîda ku di salên borî de ketibûyê şikandiye. Herwiha ji aliyê dîplomasî û siyasî şerê Şemzînanê destê Herêma Kurdistanê xurt dike.”
Lê Nîzamettîn Taş di baweriyê de ye ku dirêjbûna vî şerî wê zerarê bide PKKê, loma daxwazê ji serkirdayetiya kurdî dike ku “pêwîste goşaran li PKKê bike, daku şerê Şemzînanê rawestîne.” Ji ber ku wek ew dibêje “dirêjkirina şer li Şemzînanê wê zerarên mezin bide PKKê, herwiha wê destkeftiyên ku bi destketine jî bi avê de biçin. Li Bakûr şert û mercê serhildana girseyî nemaye. PKK bi bilindkirina slogana ’emê Bihara Erebî bikin Bihara Kurdî’, barekî girantir ji îmkanên xwe hildide ser milên xwe.” (Hêmin Xoşnaw, Hewlêr (Rûdaw)