Serrûpel Nûçe HPG: Ti têkiliya me bi teqîna Dîlokê re tune ye

HPG: Ti têkiliya me bi teqîna Dîlokê re tune ye

Belav bike
 Li gor ANF’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê ragihand ku ti têkiliya wan bi teqînê re tune û weha gotDi 20’ê Tebaxê de li navenda Dîlokê teqînek qewimiye. Him rayedarên dewletê him jî çapemeniya tirk dixwaze vê bûyerê biavêje ser tevgera me. Tu têkiliya hêzên me bi vê teqînê re nîne. Gelê me û raya giştî baş dizane ku tu hewldanên me yên li dijî sivîlan ne mijara gotinê ye. Ji xwe hêzên me li gor bangawaziya KCK’ê ya di cejnê de ji pevçûna dûr sekinandinê tevdigere û pêk tîne. Ji bilî pevçûnên di operasyonan de qewimiye tu hewldanên hêzên me pêş neketiye.

 

Avestakurd