Serrûpel Nûçe Kamerayan teqîna Dîlokê girtin (Vîdyo)

Kamerayan teqîna Dîlokê girtin (Vîdyo)

Belav bike

Teqîna li Dîlokê a ku doh pêk hat û di encamê de jê 4 zarok 9 hemwelatiya jiyana xwe wenda kiribû, di rojevê de germahiya xwe diparêze.  Îro, dîmenên wesaîta bombebarkirî derketine holê. Wesaîta ku bi wesaîteke kaşker tînin cihê bûyerê û çend deqa şûnda jî diteqe, ji aliyê kamerayeke ewlehiyê ve kêlî bi kêlî hatiye tomarkirin.
Derkete holê ku, wesaîta marqa citroen, 11ê Nîsana 2012 an de li bajarê Sakarya hatiye dizîn.
Teqîn, piştî 4 deqa ku wesaîta bombebarkirî ji wesaîta kaşker hate danîn, pêk hatiye.