Serrûpel Nûçe Li Suriyê rojnamevana Japonî kuştin

Li Suriyê rojnamevana Japonî kuştin

Belav bike

Di cejna remezanê de jî li Suriyê şîdet ranewestiya. Li bajarê Helebê rojnamevan rasta êrîşê hatin. Di encama êrîşê de rojnamevana Japonî Mika Yamamoto jiyana xwe ji dest da. Jê yek tirk, 2 Ereb, sê rojnamevan jî wendane.
Wezareta Karên Derve yê Japonyayê daxuyanî da û diyar kir ku, rojnamevana 45 salî Mika Yamamoto, di, nav pevçûnê de maye û jiyana xwe ji dest daye. 
Televizyona El Hurre jî ku bi sermayeya Amerîka bi Erebî weşanê dike, di nûçeyên xwe de diyar kiriye ku, wesaîteke ku têde 4 rojnamevan hebûne, ji aliyên kesên çekdar yên ku unîforma Artêşa Suriya Azad lixwe kirine ve hatine gulebarandin. 
Artêşa Suriya Azad jî daxuyandiye ku eleqa wan bi êrîşa rojnamevana tine ye.