Rojnamevanê rojnameya Radîkalê Oral Çalişlar, di qunciknivîsa xwe a îro de qala, bi Cîgira Hevseroka BDPê parêzer Meral Daniş Beştaş re axaftina xwe kiriye û diyar dike ku, Beştaş anîye ziman ku, ew wek BDP, dixwazin PKK çekan berde û were siyasetê bike.
Beştaş, bûyera li Dîlokê şermezar dike û diyar dike ku, ew îhtimalê nade ku karê PKKê be. Beştaş, zêdetir texmîn dike ku dibe ew bûyera ji aliyê kontgerîla ve hatibe kirin.
Beştaş, bertekên li hemberî BDPê yên ku, çima parlementerên BDPê gerîla hembêz kirin jî wiha nirxandiye: Li hemberî partiya me zimanekî tûj tê bikaranîn. Bi vî awayî dixwazin BDPê cuda bikin. Bi hev re zimanekî nefretê tê pêşxistin. A ku li wira bû, hembêzkirina gelekî a bi zarokên xwe re ye. Her tim diçin cenazeyên wan, îcar ku ew sax dîtin kêfxweş bûn û hevdu hembêz kirin. Em wek BDP, diwazin ku PKK çekan berde û were siyasetê bike.