Serrûpel Nûçe Careke din li ser rewşa Sûriyê Çareserî federalî ye

Careke din li ser rewşa Sûriyê Çareserî federalî ye

Belav bike


Kemal Burkay

Rewş li sûriyê roj bi roj aloz dibe. Ew şereki hundur e ku va ye ji salekî zêdetir e berdewam e.  Şam û Heleb jî bûye warê şer û her roj bi dehan, carina bi sedan kes têne kuştin, ku di nav wan da gelek xelkê sîwîl, jin û zarok jî hene. Gund û bajar ser û bin dibin û tevî bi deh hezaran kuştî û birîndar, xelk êş û cefayeke mezin dikişîne, bi sedhezaran kes ji bo ku xwe ji agirê şer biparêzin xwe davêjîn welatên cîran, Tirkiye, İraq, Urdin û Libnanê.

Him Sûriye di vî şerî da bûye du beş, him jî cîranên Sûriyê û dinya. Tirkiye, Siûdî û Qatar, her usa jî Amerîka û Ewrûpa Xerbî piştgirîya mixalefetê dikin; Lê Îran, Ûris û Çîn li pişt rejima Baas in. İraq jî di vî warî da ne yek helwest e; Hukumeta bi serokatiya Malîkî piştgirîya Esed dike. Hîzbûllayê Libnanê jî ku Şîa ye, li pişt Esed e…  Lê Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze Esed biçe.

Der û dora Beşar Esed jî her diçe vala dibe. Lê dîsa jî Esed ber xwe dide, dev ji hukum bernade û rê venake bo guhartinê.

Helbet berpirsê vî şerî berî herkesî hukma Baas û malbata Esed e. Wan va ye ji 40 salî zêdetir e diktatoriyek ava kirine û rê nadin ku mixalif bi rê olaxên aştiyane bi rêz bin, di warê siyasetê da cî bigrin. Wan li himber daxwaz û hewldanên gel,  bi destê esker û îstîxbaratê tim zor û zulm bi kar anîn  û gel bêdeng kirin.  Usûl û adetên dîktatoran usa ye, ewana bi zora xwe û bi dezgeyên xwe bawer in û usa difikirin ku ew zor û ev dezge heya heyayê bikaribe gel bêdeng bike û bi xwe jî bikaribin li ser post bimînin.

Lê ne usa ye, roj tê ev zor û zulm pere nake û vedigere xudiyê xwe.

Ger Partiya Baas û Esed bi xwe baqil bana guh didan daxwazên gel, bi destê xwe reform çêdikirin, bê şer û pevçûn derbazî demokrasîyê dibûn. Hingê ne ewqas xwîn dirijîya ne jî Sûriye dikete rewşeke usa xirab ku nuha zehmet e jê derkeve.

Nuha agirekî usa bi Sûriyê ketiye ku Baas û Esed ne dikarin vemirînin, ne jî dikarin bihêlin birevin. Lê xuya ye, agır vemire jî Partiya Baas û malbata Esed êdî nikare li Sûriyê hukum bike. Wek gelek diktatorên herêmê dawiya wan jî êdi hatiye. Bibê nebê Sûriye ji wan xılas be.

Lê pişti Baasê û piştî Esed çi be, ki bê ser hukim û li Sûriyê rejimeke çawa ava be, ew ne xuyayî ye.

Ger sazî û hêzên mezin ên dinyayê, Rêxistina Milletên Yekbûyî û dewletên mezin li hev nekin û jê ra çareyeki nebînin, rewşa Sûrîyê hîn xirabtir be û zirara xwe bide der û cîranan jî. Va ye ji nuha va çîkên vî şerî derbazî welatên ciran dibe û tiştên ku van rojên dawî li Libnanê û li Tirkiyê dibin nimûne ye.

Cîranên Sûrîyê û dewletên mezin jî, derdê wan ne avabûna demokratiyê ye li Sûriyê. Her yek gor mafê xwe helwestekî digre. Derdê Melikê Siûdî ev e ku Baas û Esed biçe, tesira Îranê li herêmê kêm be û li Sûriyê Sunnî bêne ser hukim. Tirkiye jî dixwaze rejima heyî biruxe, lê Kurd nebin xudî statuyeke wek Kurdistana Iraqê, çi xwemuxtari, çi federali… Îsrail ditirse piştî Esed İxwanî Mislîmîn bên û ji bo wan ji berê xiraptir be… Ewrûpa û Emêrîka jî ji vê yekê ditirse.

Meleyên Îranê ditirsin piştî Sûriyê dor wera wan.  Derdê Ûris ev e, ku Esed biçe hevalbendê xwe yê esasî li rojhilata Navîn û bingeheke xwe ya wek Lazqîyê li dora Behra Sipî winda bike. Tirsa Çînê jî wek Rûsiya ev e ku piştî Esed rejîmeke dostê Amêrîka bê ser hukim.

Bona vê yekê dewletên mezin li hev nakin û Rêxistina Milletên Yekbûyî heya îro nekarî helwesteke xurt bigre, da ku bi yekdengî têkilî karê Sûriyê bibe, şer bide rawestandin û jê ra çareseriyekê bibîne.

Hingê piştî nuha wê çi be? Gelo dinya li himber vê trajedîyê usa parçebûyê bimîne û lê sêyr bike?

Xuya ye usa nameşe. Divê bi taybetî dewletên mezin li ser pirsa sûriyê li hev bikin û helwestekî miştêrek bigrin û bi destê Rêxistina Milletên Yekbûyî bi cî bînin.

Bi raya min çare ev e ku him şer bê sekinandin û him jî Sûriye di aliyê sîyasî û îdarî da bê guhartin, sazîyeke demokrat ava be. Sazîyeke usa ku him hilbijartinên serbest çêbin û xelk hukma teze bi dengên xwe hilbijêre, him jî bandûra piraniyê li ser yên dinê çê nebe, ango vêcar jî Nusayrî, Durzî, Xirîstiyan nekevin bin zor û zulma İxwanan yan jî Îslamiyên radikal. Kurd jî heqê xwe yên çandî û sîyasî bistînin.

Şiklê sazîyeke usa federalî ye. Ango Kurd, Erebên Sunnî, Nusayrî û Durzî li ciyê ku piranî ne divê herêmên federalî, meclis û hukumeta xwe ya herêmî ava bikin. Xirîstîyan jî divê xwedî mafên xwe yên olî bin û li wan tu zulim nebe.

Hingê her usa jî him ji bo Îsraîl xeter çê nabe, him jî Sûriyeya demokrat û federal nabe peyayê tu dewleteke mezin.

Bi raya min, çareseri ev e. Helbet li Sûriyê demokratîyeke rêk û pêk di dirojekî da, di salekî da ava nabe û jê ra waxt lazim e. Li hemû welatan usa bûye. Sûriye jî Iraq jî, hemû welatên Ereb ku dîktatorî hildiweşin ew jî, di zeman da wê tecrube bistînin û biguhurin.  

Kurdê me jî, bo ku ji vê guhartinê û ji vê dema dîrokî îstifade bikin û bikaribin herêmeke federal ava bikin, divê yekitîya xwe pêk bînin û ji pirdengî û pirrengiya civatê ra hurmetkar bin. Ev yekitîya ku bi alikariya birêz Mesûd Barzanî pêk hat, gor esasên wê bikin û bi hev nekevin. Hingê dikarin li herêma xwe saziyeke federe ava bikin û piştî hilbijartineke serbest, meclis û hukumeta herêmî saz be û karê herêmê bi riya van sazîyên netewî bi rêva biçe.

21 Tebax 2012