Hûseyîn Nakawî der barê teqîna li Dîlokê de ji Ajansa ICANA ya parlemento re axivî û ji Tirkiyê xwest siyaseta xwe ya ligel welatê cîran di ber çav re derbas bike. Nakawî got “Bila Enqere li şûna bi mudaxelekirina ser Sûriyê ve mijûle, berê xwe bide pirsgirêka nava xwe.” Her weha got “Enqere bi piştgiriya ji El Qayîd e û komên terorîst re ne tenê însanên bê guneh yên Sûriyê dikuje, di heman demê de ewlekariya xwe jî têxe nava metirsiyê (xeterê).” Kakawî der barê pirsgirêka li nava Tirkiyê de jî got “Niha, Tirkiyê beramber aloziyeke nav xwe de rû bi rû maye. Li şûna Enqere bi Sûriyê ve mijûle, der barê vî welatî de daxuyaniyên dijminatî dide bila bi çareserkirina pirsa nava xwe de ve mijûl bibe.”