Li gor malpera Dîmokratî, Silêman got ku biryare ku ala DBK’ê li her derê Rojava bê bilind kirin û weha pêdeçû “Desteya Bilind biryar daye ku êdî wê ala DBK’ê di hemû xwepêşanan de û li tevahiya deveran bê hildan û nîşandan ta ku ew embol û alayên taybet û yên hizbî jî bêne kêmkirin.” Her weha Silêman bal kişand ser alên PYD’ê ku li ser cihên kontrolan tên bilind kirin û got “Wê li her cihî ala DBK’ê bê bilindkirin. Ji vê mijarê jî em ê bi rêka lijneyekê digel YPG’ê (Yekîneyên Parastina Gel) biaxivin ji bo bi cîhkirina biryarê.”
Pirs ev e, gelo dê PYD vê biryayê bi cih bîne?
Avestakurd