Dildar ku ji penaberên li sala 2004’ê ye ligel malbata xwe hatibû Herêma Kurdistanê, piştî vekirina kampa penaberan ya nû (Ji bo malbatên Kurd yên ji ber bûyerên dawî li Sûriyê hatîn avabûye) ligel bavê xwe Serdar bi Rêxistinên Alîkar re kar dikir. Duhî (23/8/2012) dema Dildar ê 19 salî li ser banekî Rêxistinên Alîkar hewl dida ava xizana dagire, elektirîk wî digire. Xwişka Dildar Dîlan jî di kampê de sîstere (mumarîde). Xelkê kampê hawara xwe digîhinin beşê Hawarhatina Kampê. Dîlan jî bê ku bizane ka ew kî ye yê elektirîk ew girtî ligel hevala xwe dibeze cihê bûyerê. Dema Dîlan dibîne ku ew birayê wê ye, nema zane çi bike, dicemide, tenê digirî. Bilez Dildar radikin beşê Hawar hatinê. Dîlan ê der barê mudaxeleya ewil de ji Avestakurd re got “Min heta niha ji bo xelkê gelek cara cîhazê dil (ya derbeyên elektirîkî) ji bo xelkê bi kar anî ye, lê ji bo birayê min min nizanî bû ez çi bikim, destê min hatibû girêdan, destê min cemidî bû, destê min nediketin tevgerê.” Dîlan di berdewamiya axivitina xwe de got “Me birayê min li tirimbêla Hawarhatinê siwarkir. Di rê de carekê çavê xwe vekir, paşê girt. Ew bû cara dawî ku çavê xwe vedike.” Dildar ê 19 salî jiyana xwe li ser doktoran derbas kiribû. Dema ameliyatkirina dilê wî nêzîk bûbû. Ji ber ku Dildar ji dilê xwe kun bû. Malbat dibêje ku hesreta wî ew bû Rojavayê Kurdistanê bibîne, her ji biçûkatî were Dêrik ji ser zimanê wî kêm nedibû, lewma ew ê Dildar li Dêrikê defin bikin.
Avestakurd