Serrûpel Nûçe “Ne tenê aqlê xwe van îmana xwe jî wenda kirine“

“Ne tenê aqlê xwe van îmana xwe jî wenda kirine“

Belav bike
Parlementerê Stenbolê yê BDPê Sirri Sureyya Onder, bi rêya têlefonê tevlî weşana zindî a Nûçe Tv bû. Onder, di derbarê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinçê ku, ji bo wî gotibû, “rewşenbîrekî geweze ye”, wiha got, “Xwedê ji wî razî be, baş e ku ji min qeheriye, lê ku li xweşiya wî biçûya minê çi bikira!  Ji ber ku terbiya min destûr neda min got vana aqlê xwe wenda kiriye, ger ku terbiya min destûr bida, minê tiştekî din bigota yê ku tam rewşa wan îfade dike.
Li dijî BDP şerekî van yê pskolojîk heye. Dixwazin BDP bikine şeytan, li ber çavên gel biçûkbixînin û dûra jî bidine ber keviran, siyaseteke van a bi vî rengî heye. Heta niha çi digotin, dûvik, dûvik, dûvik. Ku vana dike devê xwe heram bikin, berî giştika jî wezîrê karên hundir, dûra Bulent Arinç, eniya van laxima Kasimpaşa derbas kir. devê xwe her tim bi heqaret û çêr û biçukxistinê re vedikin, hedef nîşan didin. Bila pêşiya herin devê xwe baş bişon dûra ji min re nivîskariyê pêşniyar bikin… demokrasiya di partiya me de ku şevekê têkve xewa Arinç, ev ê  dia bixwîne û wê bibêje şeytên weswese xiste xewa min. Demokrasiya di nav partiya me de
aqil û xeyalên wî ne pêkan e ku karibe bigre. ger tu ji wesayetê digerî, ne hewceye derdorê xwe binêrî, bila biçe hember neynoka herî nêzik li rûyê xwe  binêre.
Heta niha çi gotineke bi serê xwe kiriye û şûnda danequltaye… em di demên dawiyê de Bulent Arinç di 3 tiştan de dibînin, yek ku digrî, du ku lêbornê dixwaze, sê ku bêvaciyê dike em dibînin… vana tenê aqlê xwe wenda nekirine, îmana xwe jî wenda kirine… “