Serrûpel Nûçe Rojîn: Carna ez dibêjim xwezî ez ne Rojîn bama (Vîdyo)

Rojîn: Carna ez dibêjim xwezî ez ne Rojîn bama (Vîdyo)

Belav bike
“Carna ez dibêjim xwezî ez ne Rojîn bama…”

Di weşana zindî de stranbêja Kurd Rojînê, hestên xwe bi raya giştî re parve kir. Li ser ekranê A Haberê, di bernameya “lazime carê bipirsî” de bû mêvana Selin Ongun.
Rojîn wiha dibêje: “Carna ez dibêjim xwezîka ez ne Rojîn bûma. Dema li derekê bûyerek çêdibe û tu li kolanan dimeşî serê xwe dizivirînî, yek te dibîne, dibêje tu Rojînî, yanî weke te ew bombe teqandibe, weke ku te ew çek te teqandibe.”
Rojîn tîne ziman ku, bi mehane wê biryar daye ku li televizyonan temaşe neke û rojnameyan nexwîne û naxwaze ji ti tiştî haydar be.

Rojîn dibêje psîkolojiya wê xerab bû ye. “Êdî ez nikarim vî barî rakim…”
Rojîn di mijara aşîtiyê de bêhêvîtiya xwe diyar dike, “Êdî cihê ku em lê ne, gotin qediya ye. Qonaxa ku em lê ne li wir ti tişt nayê gotin. Welatekî ku pêvajoya Osloyê jiyaye, tevgereke ku pêvajoya Osloyê jiyaye, pêwîstbû ku fehm bikirana, pirs bi çekan çareser nabin, ev heyama ne heyama çekan e. Ev zeman, zemanê aqil, dîplomasî, siyaset û tiştên din e.”