Serrûpel Nûçe Pakêta sed salî îro vedibe

Pakêta sed salî îro vedibe

Belav bike
ku sed salî şûnda were vekirin, sed salên xwe temam kirin. Pakêta sed salî îro wê were vekirin.

Li Norweçê, li Gudbrandsdalê pakêta sed salî a ku li muzekê tê girtin, bala hêmû cîhanê dikişîne. Pakêt tam sed salî berê, di 26ê Tebaxa 1912 an de, ji aliyê Johan Nygard ve hatiye radestê şaredarê wê heyamê kirin û jê hatiye xwestin ku, pakêt bila sed salî şûnda were vekirin.
Hat diyarkirin ku, Johan Nygardê ku pakêt daye şaredar, bi siyaseta herêmî re eleqedar bûye. Dema pakêtê teslîm dike, diyar dike ku, naveroka pakêtê ji bo jenerasyona pêşerojê ye û wê wana bextewar bike.
Pakêtê tam 100 salên xwe tije kirin. Hemû cîhan meraq dike ka çi heye di naveroka pakêtê de. Roj hat sekinî û pakête îro vebe.
Tê payîn ku pakêt, di weşana zindî de, li ber çavên mîlyonan bê vekirin.