Li gor malpera HPG’ê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê diyarkir ku hevalên wan Mûrat Filîz ji dema tevlî nava refên gerîla bûye, wî gavek ne avêtiye bajarekî Kurdistanê. HPG’ê di daxuyaniyê denerazîbûna xwe anî ziman ku dewleta Tirkiyê teqîna li Dîlokê dixwaze têxe stuyê gerîla de. Her weha HPG’ê destnîşankir ku dewlet û AKP’ê propagandeke qirêj dimeşînin û malbata hevalê wan dikin hedef û got jî ku hevalê wan Mûrat Filîz di nava gerîla de xebatên xwe yên asayî dimeşîne.
Avestakurd