Serrûpel Nûçe Hêzên Esed li Dariya 300 kes kuştin

Hêzên Esed li Dariya 300 kes kuştin

Belav bike
 Li gor Çalakvanên Sûriyê û Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihandî, duhî li Sûriyê 440 kes hatine kuştin û ji wan tenê 300 kes li Dariya hatine kuştin. Çalakvanan li ser hêlên rûpelên înternetê û bi belavkirina vedioyan ser Youtube, diyar dikin ku hêzên rejîma Esed Dariya komkujî pêk anîne, xelk gulebaran kirine, termê xelkê şewitandine û ev hemû di encama bi serdegirtina malan de pêk hatiye. Her weha di mizgefteke Dariya de zêdeyî 100 termî li rex hev rêzkirî hatine dîtin.

 

 

Avestakurd