Serrûpel Nûçe Ji bo xatirê evîndarê xwe xwe kuşt

Ji bo xatirê evîndarê xwe xwe kuşt

Belav bike
lê bavê Ayşe daxwaza wê qebûl nekir. Piştî Ayşe gotûbêj ligel bavê xwe kir, ji qata 9’an ya avahiyê xwe avêt û dawî li jiyana xwe anî.

Ayşe Atalay ew demek bû ku xortê bi navê R.Y naskirî û her duyan hev didîtin, dixwestin derbasî jiyana hevjîniyê bibin. Li gor rojnameya DHA’yê, bûyer li taxa Bosna Hersek ya navçeya Selçuklu pêk tê. Destpêkê keça 18 salî Ayşe ji bavê xwe AA. re ku bi xwe melaye daxwaza zewaca xwe dibêje, bav ji keça xwe Ayşe re dibêje bila malbata kurik werin te bixwazin, lê dema Ayşe bi evîndarê xwe re diaxive, R.Y. dibêje ku rewşa wan ya aborî lewaze, malbat nikare barê zewacê hilgire. Keç ji bavê xwe re dibêje, bavê dide diyarkirin ku ewê bi barê zewacê rabin. Lê R.Y. nikare malbata xwe bigihine baweriyê. Êdî bavê keçikê jî li dijî zewaca wan derdikeve. Paşê kurik telefona Ayşe dike û dibêje ku dê malbata min bên cem we. Lê vê carê AA’yê 45 salî nema vê zewacê qebûl dike. Ayşe û bavê xwe gotûbêj dikin, lê bav ji ya xwe nayê xwar. Paşê keçik diçe oda xwe xwe ji qata 9’ê ya avahiyê diavêje. Ayşe giran birîndar dibe, wê radikin nexweşxaneyê, lê liser hemû mudaxeleyên doktoran Ayşe jiyana xwe ji dest dide. 

Avestakurd