Serrûpel Nûçe Lazime gelê Kurd rêvebiriya xwe bi xwe bike

Lazime gelê Kurd rêvebiriya xwe bi xwe bike

Belav bike

Nivîskarê ku di civaka Tirkiyê de kesayetekî wek qedirbilind tê zanîn Vedat Turkalî, doh êvarê tevlî bernameya ku parlementerê berê Ufuk Uras pêşkêş dikir a bi navê “Ev keştiya kuda diçe?” bû û gotinên balkêş kirin.
Vedat Turkalî wiha dibêje:”A ku lazime were kirin, diyalog e. Wê rojê Aysel Tuglukê pirseke gellekî baş ji Bulent Arinç pirsî. Got, ‘ger me, ew gerîlayên ku em bi wan re axifîn, me yek îkna bikira û bi xwe re bianiya, we yê çi bikira? Mirov nikaribû bersiva vê bide. Wê çi bikin, wê bi yaxa wan bigrin û bibêjin me ew girtin, biavêjine hepsê. Hûn bi vê nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Lazime ev gela teqez rêvebiriya xwe bixwe bike. Lazime mafên wan hebin. Lazime zimanê wan serbest be. Lazime herêma xwe bixwe îdare bikin.” 
Turkalî, di heman bernameyê de diyar kir ku, ji bo aşîtiyê yê ku herî zêde hewl dide gelê xwe telkîn bike, Abdullah Ocalan e.   
Di destpêka bernameyê de Vedat Turkalî, pakêteke ku bi wî re, ji girtîgehê, ji aliyê girtiyekî Kurd ve hatibû şandin nîşan da û îfade kir ku, wî kesî romana wî a bi navê “Guven” ku nêzika 1300 rûpel e, wergerandiye Kurdî.