Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî di hevdîtina ligel Serokê Meclîsa Îraqê Usame Nucefî de, aşkere kir ku dê Emerîka di meha Adara bê de beşek ji peymana berî du salan di navbera Îraq û Emerîka de hatî mor kirin radestî Îraqê bike. Hêjayî gotinê ye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Emerîka de ji rêveberiya Emerîka daxwaz kiribû ku heta rewşa Îraqê wehaye balefirên F-16 nedin Îraqê, ji ber ku ev yek ji bo gelê Kurd metirsîdare.
Avestakurd