Li gor jêderên ji bajarê Kobanî ji Avestakurd re ragihandîn, piştî Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî li Sûriyê biryar dan û Desteya Bilind a Kurdî piştgirî da vê biryarê operasyon hatiye destpêkirin. Hat zanîn, di vê operasyonê kesek li Kobanî ku di nava erdê xwe de heşîş çandibû hate girtin, lê vî kesî poşmaniya xwe anîbû ziman û dabû diyarkirin êdî ew nema vî karî bike. Di heman demê de jêderan diyarkir ku ev cure operasyonê dê li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistaanê bibe li dema agahî bêne piştrastkirin.
Avestakurd