Ji BDPê li dijî îfadeyên parlementerê AKPê yê Erziromê Muhyettîn Aksak bervivên tund hatin. Cîgirê serokê koma BDPê Îdrîs Baluken û parlementerê Muşê yê BDPê Sirri Sakik, bi zimanekî tûj gotinên parlementerê AKPyî şermezar kirin.
Parlementer Sirri Sakik, bûyera doh a ku li Roboskiyê pêk hat û mînîbuseka sivîl a ku leşker têde bûn wergeriya û alîkariya gundiyên Roboskiyê bibîrxist û got, “Li Roboskiyê mirovên ku şopa mafên xwe ketine, we dît ku çawa hewl didan ku, leşkerên ku qeza kirine li ser pişta xwe veguhestînin bi hev re ketibûn pêşbirkê? We lorikê wan yên bi Kurdî bihîstin ku çawa bona leşkeran dilorandin? Bibîne, bibihîze ku tu fedî bikî. Di kudera îslamiyet û mirovatiyê de, ji miriyan re heqaret heye. Li hemberî miriyan bêrêzî, tam jî nijadperestî û faşîzm e. Ji vir û wê de, ji bo Kurdan ti cara nebêje ‘birayên min’. Ne hewcehiya Kurdan bi birakî mîna te heye, ne jî tehemula Kurdan bi yekî mîna te heye.”
Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken jî, di hesabê xwe yê twitterê de wiha gotiye, “mehluqê ku ji bo cenazeyê mirovan dixwaze ku “geber bûn” bide gotin, çiqas mirov diêşîne ku hestên heywanan jî ji wî tine ne. Bi ew zebaniyê ku ketiye sûretê însên re, heman hewa parvekirin, ji dojehê xirabtir e.”
Parlementerê AKPyê yê Erziromê Muhyettîn Aksak, di axaftina xwe de, ji bo gerîlayên PKKê yên ku tên kuştin gotibû ku, ji wan re nebêjin mirine an hatine bêbandorkirin, bibêjin “geber bûne.”