Serrûpel Nûçe Talîban ji ber muzîk serê 17 kesan jê kirin

Talîban ji ber muzîk serê 17 kesan jê kirin

Belav bike
Li Afxanistanê, her ku diçe bûyerên şîdetê zêde dibin. NATOyê diyar kiribû ku, zêdetirî 200 bargehên xwe, li Afxanistanê wê bigrin. Dîsa jî bûyerên hovane pêk tên. Li eyaleta Helmand a Afxanistanê, li herêma Kajakî, 17 sivîl, bi serîjêkirinê hatin kuştin. Herêma ku bandora Talîbanê zêdeye, di nav 17 kesên ku serê wan hatine jêkirin de 2 jî jin hene.
Rayedarê Afxanî Davud Ehmedî , ji AFPê re daxuyandiye ku, ew êrîşa Talîbanê kiriye. Sedema bi hovanê kuştina wan jî, ji ber ku  muzîk guhdarî kirine û reqisîne.
Berê jî Talîbanê, bi hinceta, bi hêzên NATOyê re hevkarî kirine, bi vî awayî hin hemwelatiyên Afxanî qetil kiribûn. 
Li heman herêmê, milîtanên Talîbanê êrîş birine ser rawestgeheke qontrolê û 11 leşkerên Afxanî kuştine û 4 jî birîndar kirine.