Li gor rojnameya The Wall Street Joumal, yek ji fermandarên artêşa Îranê Salar Abnûş ragihandiye ku Îranê bi sedan leşker şandiye Sûriyê. Her weha Abnûş dibêje ku hêzên ewlekariya Sûriyê rahênana îstîxbaratî li ser destê Îranê dîtine. Abnûş diyar dike ku biryara şandina leşkeran piştî êrîşa ser Şam û Helebê hatiye wergirtin. Her weha rojname di nûçeya xwe de li ser zimanê artêşa Îranê bal kişandiye ku Îran alîkariya çek û pereyan bi rejîma Esed re dike. Abnûş got jî ku ew li Sûriyê ‘şerekî leşkerî û çandî dikin.’
Avestakurd