Esed, der barê aloziya li Sûriyê û şerê di navbera rejîmê û çekdarên muxakif de ji televîzyona Dunya re axivî. Esed diyarkir ku ew pêşdikevin û got “Daku em bigihin encamên serkeftî pêdiviya me bi demê heye. Lê dikarim bi hevokekê bibêjim, em pêşdikevin.” Her weha got ku ‘rewşa li herêmê niha baştir e. Pêdivî bi demê heye.’ Esed di axivitina xwe de bang li gelê Sûriyê jî kir ku ew ‘çarenûsa we ne di destê xelkê de ye, di destê we bi xwe de ye.’ Esed ji bo avakirina herêma tampon ne rast bi nav kir û ji bo berpirsên ji rejîmê vediqetin jî weke ‘paqijkirina rejîmê’ bi nav kir. Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan Çalakvanên Sûriyê û Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê komkujî li Dariya a Şamê pêkanîne û bisedan kes kuştine.
Avestakurd