Demîrtaş plana Serokê Meclîsa Tirkiyê Cemîl Çîçek ya bi navê ‘mutabeqeyê netewî’ metirsîdar bi nav kir. Demîrtaş der barê bê dengiya Leyla Zana de got “Me Leyla xanimê nedaye axivitin û ne jî daye bê deng kirin, ev helwêsta wê ya şexsî ye.” Her weha Demîrtaş bal kişand ser rewşa li Şemzînan û got “Ev zêdetirî 40 rojan e herêma Şemzînan di nin kontrola gerîlayan de ye û di navbera Çelê û Şemzînan de 300-400 km di bin kontrola gerîlayan de ye.” Û got ku artêşa Tirkiyê tenê dikare bi rêka balefiran locîstîkê ji qereqolan re dibe û herêm di destê gerîlayan de ye.
Avestakurd