Parlementerê AKPê, dixwaze ku li Tirkiyê cezayê dardakirinê şûnda were. Parlementerê Kayseriyê yê AKPê û cîgirê serokê meclîsê Sadik Yakut, li ser hesabê twittera xwe wiha dipirse, “Gelo ma dema şûnda anîna cezayê dardakirinê nehatiye?”
Li gorî nûçeya ji rojnameya Hurriyetê Aysel Alp, wekîlê AKPyî wiha gotiye, “Li Amerîkayê kujer, piştî bûyerê bi guleberdanê tê kuştin, em kujerê deh hezaran şehîdên xwe, ji dardakirinê difilitînin. Gelo ma dema şûnda anîna cezayê dardakirinê nehatiye?”
Parlementerê Muşê yê BDPê Sirri Sakik, di twitterê de bersiv da wekîlê AKPyê Sadik Yakut û wiha got, “Cezayê dardakirinê sucekî dij mirovahiyê ye. Ku kî vî sucî diparêze, ew dibe hevparê vî sucî dij mirovahiyê.”
Li Tirkiyê, di sala 2002 an de cezayê dardakirinê hatibû rakirin.