Serrûpel Nûçe Di bin traktorê de ma lê rabû û meşiya (Vîdyo)

Di bin traktorê de ma lê rabû û meşiya (Vîdyo)

Belav bike

Traktoreke ku barê wê kartolbûn, ji ser zarokekî 6 salî re derbas bû lê, zarok bi xwe ji erdê rabû û meşiya. Zarokê bi navê Enes Yilmaz, li ber kargeha bavê xwe bi hevalên xwe re dilîst. Zarokekî ku traktor xebatandiye a ku romorka wê tije kartol e, bi rê ket û zarokên pêş traktorê nedît. Enesê 6 salî, di bin traktorê de ma û tekerên traktor û romorkê ji ser re çûn. Piştî traktor dûr ket, zarokê 6 salî rabû ser xwe û meşiya.
Ew dîmenên bûyerê, kêlî bi kêlî ji aliyê kameraya ewlehiyê a kargeha bavê Enes Yilmaz ve hatiye tomarkirin.